4. BÖLÜM
Girtî yek qebza ji nura xwe xweda
Gotî wê kûnî hebîbê Ehmeda
Hêj ne erş û ferş û kûrsî û qalem
Hêj ne lewh û enbîyayê muhteşem
Salîha tesbîh kirî nûra şikerf
Şeş miet elf û çihar û bîst û elf
Paşî bo wî çêkirin duwazdeh hîcab
Her yekî xweştir ji yâdî der hîsap
Qudret û tazîm û mînnet merhemet
Hem saâdet hem keramet menzîlet
Hem hîdayet hem nûbuwet rifete
Ta?ate yazdeh şefaet temmete
Her yekî westabû têde çendî Sal
Lêadet me sipare ilmê lâyezal
Her yekî tesbîhekî xas û cudâ
Daîmâ tesbîhê xwendin bo xwedâ
Paşî avête çihar behrê mezin
Wî xwedayê lâyezalê ins û cin
Behrê nûsret sanî behrê merhemet
Behrê qûdret behrê îrfan în hemet
Çûn ji behrê merhemet ew hate der
Qetre jê werya bi îlham ev qeder
Sed hezar û hem çihar û bîst û elf
Her yekî bû nebîyê dil şikerf
Paşî wî çêkir nûra nâmûwer
Cewherek lê kir nazer ew bû dûker
Nisfê ewwel dayî çavê heybetê
Nisfê sanî dayî çavê şefqetê
Hem kelî ew behr û kef da û dûxan
Kef buye erd û hem dûxan bu asîman
Nivîka di çêkirin çarî çîz
Erş û kursî û qelem lewhe temîz
Hate emrê padîşahê lâyezel
Malikê mûlkê celîlê zûc-celal
Ya qelem binvîs bi emrê padîşah
Ez çi binvîsim bi ferman ya îlah
Qale uktûb lâ îlah illâ ene
Hem muhemmed qasidê emrê mine
Sacîdû bê hiş kirî sed salî dî
Ser hîlîne got îlahî seyyîdî
Ez dizanim lâ îlâh îllâ tûwî
Ew muhemmed hemberî ismek bûwî
Kêjke ya sultanê ba cud û kerem
Padîşahê sermedê got ya qelem
Ger nebûya ew muhemmed lewh û erş
Min ne tânîne wucûdê ta bi ferş
Ney tû ney cennet û narê mezin
Cûmle eşya min ji bo wî çêkirin
Mûhbetê hingavtî şeq bû ew qelem
Ma li ser lewhê nivîsî dem bi dem
Serxwoş û şûkranê wî navê şêrîn
Paşî ba îlhamê rabb-ûl alemîn
Gotî ewwel ya muhemmed es-selam
Hem eleyke gotî rabbî lâyenam
Da cewaben an hebîbê izzetê
We eleyke es-selam û rehmetê
Bûye sûnnet lew selam û radd û ferd
Cûmle ehwal paşî hingî kirne erd
Wî nivîsî pêkve ûmmet qencîkâr
Cennetî û asîyan dê biçne nâr
Ûmmeta Ehmed nivîsî ehlê nûr
Ûmmet-ûn mûnzîbet-ûn rabb-ûn xafûr
Cûmle î ehwalê alem pêş û kem
Wî nivîsî bûrî û hişk bû qelem
Ger divêtin hun ji agir bibin felat
Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat
Es Salatu Ve's-Selamu Aleyke Ya Rasulallah!
Es Salatu Ve's-Selamu Aleyke Ya Habiballah!
Es Salatu Ve's-Selamu Aleyke Ya Nûre Arşillah!
Es Salatu Ve's-Selamu Aleyke Ya Hayra Halgillah!
Es Salatu Ve's-Selamu Aleyke Ya Seyyidel Evveline Vel Ahirin!
Vel Hamdü Lillahi Rabbil Alemin!
5. BÖLÜM
Çûn îradet hate sultanê refî
Çêkitin Adem bi vê şiklê bedî
Emrî hate goşê cebrail emîn
Qebda ê bêne ji beyda ê zemîn
Ew dilê erdê û hem hûsn û beha
Zîneta meknûn û dûrra bê bîha
Hatî cebrail û ba emrê letîf
Çengekî axê ji wê qebra şerîf
Girt û ba tasnîm û safî kir hevîr
Têkveda heta ku ew qenc bû xemîr
Bu wekî dûrra sipî wê seatê
Xewta da der cûyîbarê cennetê
Emrê cebrail kirî paşî cûnan
Wî bi girê der zemîn û asîman
Berr û behr û şerq û xerbê alemê
Hate gêran hêj ne behsa Ademê
Nê hezaran Salê çûne axîrî
Ew nebî bû Adem hîj av û herî
Paşî hingî xaliqê her sûretê
Çêkirî Adem bi destê qûdretê
Pif kirî ruhê xwe ew bû nazenîn
Lew melek hatin ji bo wî sacidîn
Bû xezîne ew ji bo dûrra yetîm
Danîye pişta wî ew nûra azîm
Paşî bir avête baxê cennetê
Xeyrî darê jê bixwe her nîmetê
Saf bi saf westane pişta wî melek
Nazirê nûra muhemmed ew melek
Gotî Adem ew melaîk bo çi her
Wî li pişta min dikin daîm nezer
Rabbê alem gotî Adem ey mûlî
Tû ji bo nûra muhemmed hamilî
Ew hebîbê min di pişta te zûhûr
Lew melek têne temaşeyê ji dûr
Gotî Adem ey xwedawendî felek
Min divêt bêne pêş min ew melek
Hem bi firmanâ xweda wê seatê
Nûr ji piştê hate nîva cebhetê
Hin di bêjin hate tilya şahidê
Lê heqîqet her di zanitin xwedê
Mislê rojê hatîye ew câ felek
Hem teheyyûr Adem û hindî melek
Gotî Adem ya rabb ew nûra qebul
Maye tiştek gotî eshabê resul
Gotî adem ya îlahî qencebêt
Bête tilyan her çi maye min divêt
Nûra Bûbekri diwastayê Emer
Binsar û Osman di xinser misteqer
Hate îbhamê dibên nûra Elî
Şolê tilyan û cennet mûncelî
Hate Hâwa û nezer da nûrâ saf
Gotî ya Adem çi nûre pir şefaf
Gotî nûra yek nebîyê mezine
Seyîd û serwerî nesla min e
Çûnkî bê emrê ji Adem bû zîhar
Nûr ji enyê hate piştê bû sitar
Nê ji darê xwarin herdûkân şêrîn
Hûlle ê cennet ji bejnê da firîn
İhbîtû mînha cemî?en hate emr
Adema dê bête vehlâkin bi sebr
Der ser endîbê bi erdê ket girî
Çendî salan rohnikê wî bûn herî
Rohnikê wî şîn kirin dar û nebat
Çûn di erdê ded û pa û mayê mat
Pir girî û xweş girî bê hed gelek
Newhe ê înna zelamnâ çû felek
Rojekî ew der sûcudê bê mefer
Pir girî û hem li erşê kir nezer
Dît nivîsî lâ îlâhe îlâllah
Bâ mûhemmed ba resûlahê şah
Got bi heqqê an mûhemmed key te neqş
Wî kirî bâ ismê xwe ber saqê erş
Tû bi xafrînî min ê bêçare bê âh
Hate cebraîl û bâ emre îlâh
Ser hilîne Adema afwâ celîl
Bo te hat û rabe ey zîba cemîl
Hûrmeta navê mûhemmed an resûl
Tewbeya te Bû qebûl û her qebûl
Çûn ji Adem nûra muhemmed bû cûda
Hate pişta şîs û burhan-il hûda
Hate aslabê bîtûnê tahirê
Qet nebû yek Jê xerab û facirê
Fewqê Ednan tâ Ji Adem îhtîlâf
Tê heya lew bi tifâqê ev mesaf
Jêrê Ednan tâ bi Abdullah gûhist
Bîst û yek babin hemî rast û dûrîst
Hin yekî Ednan û Mad û hem Nezar
Mûdr û îlyasin bîzan ey goşîdâr
Mudrîke paşî Xûzeyme taze eyş
Hem Kenân e paşî Nadir bû qureyş
Malik û hem Fexr û Xâlib hem Lûwey
Kab û Mûrre hem Kîlâb û hem Qusey
Hem ji pişta wî Quseyî pâk û saf
Ew emanet hate nik Ebdûlmenaf
Hem ji nik Ebdûlmenaf ew mûxtefî
Hate pişta Haşim ew nûra safî
Hem ji Haşim bû emenet mûnqelib
Hate bû mêvanê Ebdûlmuttalib
Silsîlâ wî tâ bi Adem dâ û bâb
Pêkve di biçne bihîştê bê hîsab
Ger divêtin hun ji agir bibin felat
Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat
Es Salatu Ve's-Selamu Aleyke Ya Rasulallah!
Es Salatu Ve's-Selamu Aleyke Ya Habiballah!
Es Salatu Ve's-Selamu Aleyke Ya Nûre Arşillah!
Es Salatu Ve's-Selamu Aleyke Ya Hayra Halgillah!
Es Salatu Ve's-Selamu Aleyke Ya Seyyidel Evveline Vel Ahirin!
Vel Hamdü Lillahi Rabbil Alemin!
6. BÖLÜM
Hem ji Abdûlmuttelîb bû hamîle
Fatîme hem mûdde teş bû kamîle
Ji bo Abdullah bi hûkmê sabîqe
Nûra Ehmed der cebîneş barîqe
Mazharê nûrâ Mûhemmed hatî ew
Pâk û nûranî mûeyyed hate ew
Cûbbeyê Yehya di şamêdê nûmûn
Sûfekî sipî hemî têkda bû xwîn
Girtî xwinê cûbbe ê yehya çûnar
Wê demê bû yek şehîdê bê şûwar
Hişkê bû ew xwinê birin rûzîgâr
Tâ wûcudê Abdullahê namîdâr
Taze bû ew xwin û mercân bune rêz
Rahibân got ay û way exbarê nêz
Wextê rabit Ehmedê alî alem
Nasixê tewrat û încil û sanem
Hat xudanê seyf û Qurana mûbîn
Xwinê Yehya bû nîşana wî yeqîn
Lêk vegeryan hem sûal û hem cewab
Way û weylê kefte nav ehlê kîtab
Wan yeqî kir Abdullah hate wucûd
Baadawet qast kirin qetla wî zûd
Ger divêtin hun ji agir bibin felat
Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat
Es Salatu Ve's-Selamu Aleyke Ya Rasulallah!
Es Salatu Ve's-Selamu Aleyke Ya Habiballah!
Es Salatu Ve's-Selamu Aleyke Ya Nûre Arşillah!
Es Salatu Ve's-Selamu Aleyke Ya Hayra Halgillah!
Es Salatu Ve's-Selamu Aleyke Ya Seyyidel Evveline Vel Ahirin!
Vel Hamdü Lillahi Rabbil Alemin!
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder